Trump dîsa hêrs bû: Koçber xwîna welat dijehrînin

17 December 2023 21:22 0 dîtin
Trump dîsa hêrs bû: Koçber xwîna welat dijehrînin

Peyama Kurd - Serokê berê yê Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA)yê Donald Trump, koçberên li DYAyê rexne kirin û got, “xwîna welat dijehrînin.”

The Guardianê ragihand ku Trump di axaftina xwe ya di mîtînga mezin a hilbijartinê ya li New Hampshireê rexne li rekora koçberên ku hewl didin bi rêyên deryasayî derbazî DYAyê bibin kir.

Trump soz da ku eger di hilbijartinên 2024an de bi ser bikeve, ew ê li dijî koçberiya deryasayî bergirîyên tûnd pêk bîne û her wiha ew ê koçberiya yasayî jî sînordar bike. Trump di derbarê koçberan de hêrsa xwe wiha hanî ziman:

“Ew xwîna welatê me jehrî dikin. Tiştê ku dikin ev e. Ne tenê li  başûrê Amerîkayê, li seranserê cîhanê nexweşxaneyên hişî û zindanan jehrî dikin. Ji Afrîka, Asya û ji çar aliyên cîhanê têne welatê me."

Trump berê jî di hevpeyvîna xwe ya bi malpera The National Pulse a ku di dawiya îlona çûyî de hatibû weşandin de, di derbarê koçberan de gotina "jehrîkirina xwîna welat" bi kar anîbû.

Piştî vê hevpeyvînê Trump rastî rexneyên tûnd hatibû û weke 'nîjadperest' û 'dijebiyan' hatibû tawanbarkirin.

Trump piştî mîtînga xwe ya dawî ya kampanyaya hilbijartinê ya li New Hampshire jî rastî rexneyên tûnd hat.

Donald Trump, di axaftina xwe ya li New hampshireê gef xwar ku wê derewan, dizîyê, xapandinê komunîst, marksîst, faşîst û çepgirên radîkal ên ku di nav sînorên DYAyê de “mîna kêzikan dijîn” ji holê rakin.

Di dema serokatiya xwe de Trump, bi biryara lêkirina dîwarê li ser sînorê Meksîkayê hewl dabû ku koça nav axa DYAyê asteng bike.

Rêveberiya Trump wê demê her wiha qedexeyên berfireh danîbû pêş rêwîtiyên ji gelek welatên ku wek ‘welatên misliman’ têne pênasekirin.