Sûdanî pistî serdana Washingtonê bi yekem berpirsa Amerîkî re civiya
PeyamaKurd - Serokwezîrê Iraqê û Balyoza Amerîkayê piştî serdana Sûdanî ya Washingtonê li Bexdayê civiyan û li ser aktîfkirina peymana stratejîk a navbera Amerîka û Iraqê danûstandin kirin.
Nivîsîngeha Serokwezîrê Iraqê îro 3yê Gulanê ragihand, “Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî û Balyoza Amerîkayê li Iraqê Alina Romanowski civiyan û her du aliyan danûstandin li ser pêwendiyên dualî û hevahengiya navbera wan kirin”.
Di wê civînê de behsa serdana Sûdanî ya Washingtonê hat kirin ku bû sedema îmzakirina çend peymanên di warên enerjî û bazirganî û ewlehiyê de.
Li gorî daxuyaniyê, her du aliyan bal kişand ser bingehên pêwendiyên dualî yên navbera her du welatan û lidûçûna karên Lijneya Hevahengiyê ji bo aktîfkirina lihevkirina stratejî ku westgehên wê yên berfireh bo alîkariya hevpar a di berjewendiyên gelên Iraq û Amerîkayê de.
Serokwezîrê li Washingtonê gotibû pêwendiyên Amerîka û Iraqê kilîta îstiqrara Rojhilata Navîn e û civîna bi Serokê Amerîkayê Joe Biden re y roja 15ê Nîsanê ji bo hevpariya nû di navbera Bexda û Washingtonê de derfet çêkir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin