Pistî civîna Serokwezîr Barzanî besek ji pêwîstiyên Pêsmerge hatin dabîn kirin

12 December 2021 22:41 0 dîtin
 Pistî civîna Serokwezîr Barzanî besek ji pêwîstiyên Pêsmerge hatin dabîn kirin

PeyamaKurd – Wezareta Pêşmerge ragihand ku Serokwezîr Mesrûr Barzanî  bi fermandarên Pêşmerge re civiya ye û piştî civînê beşek ji pêwîstiyên sengerên Pêşmerge hatine dabînkirin.

Wezareta Pêşmerge bi daxuyaniyekê ragihand, piştî civîna Serokwezîr Mesrûr Barzanî a ligel Wezareta Pêşmerge û fermandarên serbazî, îro Yekşemê 12ê Kanûnê beşek ji pêwîstiyên serngerê yên hêza Pêşmerge hatiye dabînkirin.

Di daxuyaniyê de hat aşkerekirin di heyama 2 rojan de ew pêwîstî gihîştine ber destê Pêşmerge.

Wezareta Pêşmerge diyar kir, niha li dîwana Wezareta Pêşmerge û li baregeha lîwayên piyade perwerde li ser bikaranîna beşek ji wan pêdawîstiyan tê dayîn.