Qûbad Talabanî ji bo civîna taybet spasiya Serokwezîr Barzanî kir
PeyamaKurd - Cîgirê Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Qûbad Talabanî di civîna îro ya Parlamentoya Kurdistanê de axivî û ji bo wê civîna taybet li parlamenê spasiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.
Serokê Hukûmeta Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro li Parlamentoya Kurdistanê raporek derbarê kar û xebatên hikûmetê de pêşkeş kir.
Barzanî kar û projeyên xwe yên heta niha di kabîneya 9'emîn de anîne cî pêşkêş kirin. Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talabanî jî axaftinek kir û ji bo kombûnê spasî li Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir û wiha got:
"Kombûnên wiha dê peywendîyên navbera hukûmet û parlamentoya Kurdistanê xurtir bikin. Spasiyên taybet li Mesrûr Barzanî dikim ji ber ku wî karî bi hûrî bersiva hemû pirsan bide."
Qûbad Talebanî behsa têkiliyên di navbera Hewlêr û Bexdayê de, rewşa danûstandinan û kirîza darayî ya Iraqê bi giştî kir û wiha pê de çû: "Tenê rojek piştî sondxwarina qanûnî me civîn pêk anî û em bi şandekê çûn bexdayê. Me bi zelalî û eşkere diyar ku em dixwazin têkiliyeke nû bi Bexdayê re pêk bînin. Daxûyaniya Hewlêrê jî bi erênî bû. Piştre Hikûmeta Federal a Bexdayê şendek şand hewlêrê.
Em li welatekî ne ku krîz û pirsgirêk di warên siyasî, aborî û ewlehiyê de hene. Çareserkirina pirsgirêkên Herêmê (Kurdistan) tenê bi rêkeftina li gel Bexdayê çareser dibin. Lêbelê di vê rewşê de Iraq nikare hemû pirsgirekan çareser bike. Ji ber ku nikare pirsgirekên xwe jî çareser bike.
Krîza Iraqê ji çareseriya zêdekirina dahatên petrolê û xalên sînorî gelek kûrtir e. Çareseriya li pêş me tenê eve: Di warê bi cihanîna çaksazî (reform) û guherîna sîstema rêveberiya darayî."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin