NY bi civîna taybet ji bo helwestgirtin û sermezarkirina Rûsyayê dicive

27 February 2022 12:05 0 dîtin
NY bi civîna taybet ji bo helwestgirtin û sermezarkirina Rûsyayê dicive

PeyamaKurd - Encûmena Asayişa Navdewletî ya Neteweyên Yekbûyî (NY) îro 27ê Sibata  2022şan êvarê li ser rewşa Ûkrayna û êrîşkariya Rûsyayê civîneke awarte saz dike.

NY piştî destpêkirina êrîşa Rûsya ya dagirkirina Ûkraynayê di 24ê Sibata 2022yan de, daxuyaniyeke şermezarkirina Rûsyayê derxistibû, lê ji ber vetoya Rûsyayê ku endama daîmî ya NY ye, ew daxuyanî nehatibû pesendkirin.

Di civaka giştî ya îro bê lidarxistin de, 193 Dewletên Endamên NY li ser kêşeyê, binpêkirina Peymana Neteweyên Yekbûyî ji aliyê Rûsyayê ve û şermezarkirina şer, wê helwestekê bistînin.

Di civîna taybet a NY de mafê vetoyê yê Rûsyayê nîne û tê çaverêkirin Rûsya di vê civînê de bi dengdana welatên cîhanê were şermezarkirin.