Balafira taybet ya Rûsyayê ket û tê de serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin jî hebûye

23 August 2023 21:40 0 dîtin
Balafira taybet ya Rûsyayê ket û tê de serokê Wagnerê Yevgeniy Prigojin jî hebûye

PeyamaKurd – Ajansa fermî ya Rûsyayê TASS ragihand ku di balafira taybet ya jet ku li Tver a nêzî payîtexta Rûsyayê Moskovayê ketiye û di balafirê de 10 kes mirine, di nav wan de damezrênerê şîrketa Wagnerê Yevgeniy Prigojin jî heye.

Şîrketa Wagnerê leşkerên bi pere dixebitîne û çend meh berê bi sedema navbera serokê Wagnerê Prigojin û wezîrê bergiriyê yê Rûsyayê nexweş bû, serokê Rûsyayê Putin wî bi îxanetê sûcdar kiribû.

Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta rewşên lezgîn ya Rûsyayê; balafir ji Moskovayê diçû St. Petersburgê û li devera Tverê ket. Di balafirê de 3 muretebat di nav wan de bi temamî 10 kes mirine û tîmên wezaretê li deverê xebatên xwe dikin.