Bexda | Di yekem civîna sanda Kurdistanê de biryara avakirina komîteyên taybet hat dayîn

08 September 2020 15:18 0 dîtin
Bexda | Di yekem civîna sanda Kurdistanê de biryara avakirina komîteyên taybet hat dayîn

PeyamaKurd – Şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qûbad Talebanî li Bexdayê, yekem civîna xwe bi şanda hikûmeta Ferderal re pêk anî.

Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Semîr Hewramî ragihand, piştî gihîştina Bexdayê, yekem civîna şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê û şanda hikûmeta ferderal re hat kirin û diyar kir, di civînê de guftûgo li ser pirsgirêkên di navbera her du aliyan de hatin kirin, bi taybet pirsa destkeftên darayî yên Herêma Kurdistanê û çawaniya bicihkirina wê di projeyasaya budceya giştî ya Iraqê bo sala 2021an de.

Hewramî got, “Di civînê de biryar hat dayîn, komîteyên taybetmend bên avakirin, ji bo guftûgoyan derbarê pirsên petrol û gazê, destkeftên darayî, elektirîk, deriyên sînorî û qerzan de bikin.”

Berdevkê Cîgirê Serokê Hikûmetê diyar kir, tê çaverêkirin ev komîte têbîniyên pêdaçûn û guftûgoyan bixin ber destê şanda bilind a her du aliyan, ji bo rêkeftin li ser bê kirin.

Hewramî da zanîn, Hikûmeta Herêmê amadehiya xwe nîşan da, ji bo bi Hikûmeta Federalî re li ser pirsa dahatên petrol û gazê û dahatên deriyên sînorî rêk bikeve.