Sanda Kurdistanê bi hikûmeta nû ya Iraqê re yekem civîna xwe pêk anî
PeyamaKurd - Şanda Bilind a Danûstankar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê, hevdîtina yekem bi hikûmeta nû ya Iraqê re pêk anî.
Şanda hikûmeta Herêma Kurdistanê di civînê de amadebûna xwe ya bo rêkeftina ligel hikûmeta Iraqê teqez kir.
Şanda Kurdistanê ya bi seroktiya Cîgirê Serokwezîr Qubad Talabanî, bi hikûmeta Iraqê re civiya û di civînê de qonaxa dawî ya amadekariyên bo guftûgokirinê hatin gotûbêj kirin.
Di civînê de kar û raporta lijneyên taybetmend a şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê bo destpê kirina guftûgoyan hatin gotûbêj kirin.
Şandeya hikûmeta herêma Kurdistanê di civînê de behsa wê yekê kir ku, amade ne bo destpêkirina guftûgoyan ligel Bexdayê û rêkeftina li ser pirsên hatine cemidandin.
Şanda Bilind a Danûstandinkar a Hikûmeta Herêma Kurdistanê di dawiya meha Nîsanê û destpêka meha Gulanê de du caran serdana Bexdayê kiribû.
Di wan serdanan de zincîreyek civîn bi lijneyên bilind ên Iraqê re hatibûn kirin û bingehek ji bo danûstanên Hewlêr û Bexdayê hatibû danîn ku biryare di çend rojên pêş de ew guftûgo ji nû ve destpê bikin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin