Qûbad Talabanî serdana Bexdayê dike

25 January 2021 19:58 0 dîtin
Qûbad Talabanî serdana Bexdayê dike

PeyamaKurd – Li demeke ku şandeke hikûmeta Herêma Kurdistanê ji bo gotûbêjkirina projeyasaya budçeya Iraqê û heqên Kurdistanê li Bexdayê ye, hat ragihandin ku Cîgirê Serokê Hikûmeta Kurdistanê Qûbad Talabanî ku serokê şandên danûstandinkar bû jî serdana Bexdayê dike.

Li gorî zanyariyan Talabanî di vê serdana xwe de, li ser rêkeftina meha Tebaxê ya navbera Hikûmeta Federal a Iraqê û Herêma Kurdistanê wê hevdîtinan bike.

Qubad Talabanî vîrusa koronayê ketibû û du roj berê jî ragihandibû ku testa wî ya dawî negatîf derketiye û ji vîrusê rizgar bûye.

Li gorî projeyasaya budçeya 2021ê ya Iraqê pişka Herêma Kurdistanê ji sedî 12.27 hatiye terxankirin ku hîn projeyasa li Parlamentoya Iraqê nehatiye pesendkirin.