Serok Barzanî pêswazî li sanda Ciwanên Demokrat ên Cîhanê û Kongreya Ciwanên Kurd kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Yekşemê, pêşwazîya şandeke hevbeş a Ciwanên Demokrat ên Cîhanê û Kongreya Ciwanên Kurd kir.
Piştî civînê hat ragihandin ku Serokê Ciwanên Demokrat ên Cîhanê Mîkaîl Dost di axaftina xwe de behsa daxwaza rêxistina xwe kir ji bo kûrkirina têkilî û dostaniya bi gelê Kurd re û piştgiriya rêxistina xwe ji bo doza gelê Kurd nîşan da.
Mîkalîl Dost, pêzanînên xwe ji bo tekoşîna gelê Kurd û qehremaniya hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê di şerê li dijî terorîstan û parastina mirovatiyê de anîn ziman û kêfxweşiya xwe ji bo firehbûna çanda pêkvejiyana etnîkî û olî li Herêma Kurdistanê nîşan da.
Serok Barzanî ji bilî bixêrhatina şanda mêvan, kurteyek derbarê dîrok û têkoşîna gelê Kurd ya ji bo bidestxistina azadî û pêkjiyanê de ji şanda mêvan re pêşkêş kir.
Di şandeyê de nûnerên Partiya Demokrat a Kiristiyan a Almanyayê, Serokatiya Ciwanên Demokrat yên Ewropayê, Partiya Ciwanên Nû ya Swîsreyê, Partiya Perla Liberta ya Îtalyayê û Partiya Demokratîk a Sirbîstanê cî girtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin