Serok Barzanî pêswazî li sanda Encûmena Ciwanên Kurdistanê kir
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Sêşemê pêşwazî li şanda Encûmena Lawên (Ciwanên) Kurdistanê kir ku ji serokê encûmen û nûnerên 11 rêxistinên civakî yên ciwanên aliyan û pêkhate û herwaha nûnerên rêxistinên sivîl ên karûbarên ciwanan pêk hatibû.
Di hevdîtinê de şandeya mêvan kurteyek derbarê kar û çalakiyên xwe û herwaha plan û bernameya Encûmena Ciwanên Kurdistanê yên derbarê pirsa bêkariya ciwanan û metirsiya madeyên hişber û herwaha bihêzkirina hizra netewî û rêxistina karûbarên ciwan a di çarçoveya hevbeş de ji serok Barzanî re pêşkeş kir û daxwaz kir Serok Barzanî piştevaniyê li hewl û çalakiyên wan bike.
Di civînê de Serok Barzanî karê hevbeş ên rêxistinên ciwanan wek pêngaveke gelek baş pênase kir û destxweşî li wan kir û piştevaniya xwe ji bo karên wan ragihand.
Di berdewama rûniştinê de Serok Barzanî derbarê pirsên siyasî û astengiyên pêş ciwanan û asoyên pêşerojê de şîret û ronahîkirinên pêwîst ji bo şanda Encûmena Ciwanên Kurdistanê pêşkeş kir.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin