Rûsyayê ji bo operasyona kustina xelîfeyê DAISê daxwaza lêkolînê kir

04 February 2022 22:02 0 dîtin
Rûsyayê ji bo operasyona kustina xelîfeyê DAISê daxwaza lêkolînê kir

PeyamaKurd – Li ser kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû Ebdullah Qardaşê bi nasnavê Ebû Îbrahîm El-Haşimî El-Qureyşî bi operasyoneke hêzên Amerîkî li Idlibê, ji Rûsyayê jî daxuyanî hat.

Wezareta Derve ya Rûsyayê ragihand ku ew piştevaniya hewlên welatên din ên têkoşîna dijî terorê welatên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike dikin.

Wezareta Derve ya Rûsyayê li şûna ku pîrozbahiyê li hêzên xelîfeyê DAIŞê kuştine bike, daxwaz kir derbarê kuştina xelkê sivîl di operseyona Amerîkayê ya li Idlibê de lêkolînên hûr bên kirin.

Serokê Amerîkayê Joe Biden doh 3yê Sibatê kuştina Qureyşî bi fermî ragihandibû û gotibû, xelîfeyê DAIŞê dema operasyonê ji bo xwe radest neke xwe teqandiye û zarok û jin jî di nav de gelek sivîl bi xwe re kuştine. Herwiha Biden diyar kiribû ku balafirên di operasyonê de cî girtibûn bi baldarî tevgeriyane û li sivîlan nexistine.

Biden herwiha spasiya Hêzên Sûriya Demokratîk, Pêşmerge û hêzên Iraqê kiribû ku ligel wan têkoşîna dijî DAIŞê didin.