SOHRê bîlançoya operasyona kustina Xelîfeyê DAISê Hasim Qureysî eskere kir
PeyamaKurd - Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama operasyona hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ya Amerîka pêşengiya wê dike de, 13 kes hatine kuştin.
Serokê Amerîkayê Joe Biden jî îro Pêncşemê kuştina xelîfeyê DAIŞê Ebû Haşim Qureyşî di wê operasyonê de ragihand.
Li gorî amarên SOHRê belav kirine, di operasyona şeva borî ya li gundewarê Idlibê yê sînorê Atmê ya nêzî Efrînê û sînorê Tirkiyê de, 13 kes hatine kuştin ku zarok û jin jî hene.
Herwiha SOHRê daye zanîn, dibe ku hejmara kuştiyan zêdetir bibe, ji ber ku hejmarek zêde birîndar hene.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin