CENTCOMê bîlançoya meha Çile ya kustina çekdarên DAISê eskere kir
PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) bîlançoya operasyon û kuştina çekdarên DAIŞê yên li Iraq û Sûriyê di meha Çileyê de eşkere kir.
CENTCOMê ragihand ku di meha borî de 43 operasyon li dijî çekdarên DAIŞê li Iraq û Sûriyê hatine kirine û di encamê de, 11 çekdarên DAIŞê hatine kuştin û ti ziyanek jî negihîştiye hêzên Amerîkî.
Li gorî daxuyaniya CENTCOMê hêzên wan weke beşek ji hevpeymaniya navdewletî meha borî 43 operasyon li Iraq û Sûriyê encam dane, 11 çekdar hatine kuştin û 227 çekdarên din jî hatine girtin.
CENTCOMê diyar kir, 9 çekdarên DAIŞê li Iraqê û 2 çekdar jî li Sûriyê hatine kuştin, 29 li Iraqê û 198 jî li Sûriyê hatine girtin.
Herwiha CENTCOMê daye zanîn, di operasyoneke li Sûriyê de, hêzên wan Emîrekî DAIŞê li Reqayê tevî çend berpirsên din ên DAIŞê ji nav birine.
Di daxuyaniyê de, pesnê şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) û hevbeşên li Iraqê tê dayîn û tê gotin: “Hewldanên me yên ji bo tunekirina DAIŞê berdewam dikin. DAIŞ ne tenê li ser Iraq û Sûriyê, dibe ku li ser ewlehî û aramiya herêmê bi giştî jî gef e, ji ber wê jî divê em li kêleka hevkarên xwe şerê DAIŞê bikin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin