HTSê pistî kustina Xelîfeyê DAISê ji komên biyanî xwest ku ji Idlibê derkevin

09 February 2022 22:01 0 dîtin
HTSê pistî kustina Xelîfeyê DAISê ji komên biyanî xwest ku ji Idlibê derkevin

PeyamaKurd – Rêxistina Heyet Tehrîr Şam (HTŞ) ku piraniya parêzgeha Idlib a Sûriyê kontrol dike, piştî ku xelîfeyê DAIŞê Îbrahîm Haşim El Qureyşî li herêma wan ji aliyê hêzên Amerîkayê ve hat kuştin, bangewazî li komên tundrew ên çekdar ên ne ji Sûriyê ne kir ku terka Idlibê bidin.

Li gorî nûçeya ku Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) belav kiriye, HTŞê piştî kuştina Qureyşî li herêma Idlibê, agahî ji komên çekdarên tundrew ên ne ji Sûriyê ne re şandiye û ji wan daxwaz kiriye, terka Idlibê bidin.

Di nûçeya SOHRê de hatiye diyarkirin ku ew komên biyanî yên behsa wan tê kirin, li xaniyên berê yên leşkerên Sûriyê bicih bûne ku ji sala 2015an ve piştî Idlib hatiye kontrolkirin ve di wan xaniyan de dimînin.

Hêjayî bibîrxistinê ye, HTŞ sala 2016an li şûna rêxistina El Nûsra ya bi ser El Qaîdeyê ve hatibû damezrandin, lê dîsa jî bi navê xwe yê nû ketibû lîsteya komên terorî yên Neteweyên Yekbûyî û Amerîkayê.

Niha HTŞ piraniya parêzgeha Idlibê kontrol dike û hikûmeta xwe li wê herêmê damezrandiye.