Kustina xelîfeyê DAISê ji aliyê rêxisinê ve hat pistrastkirin
PeyamaKurd – Kuştina xelîfeyê DAIŞê yê bi navê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî, ji aliyê rêxisinê ve hat piştrastkirin û xelîfeyekî nû danîn şûna wî.
Ajansa Aayê diyar kir, Berdevkê Rêxistina DAIŞê Ebû Omer El Muhacîr bi rêya Telegramê kuştina El Qureyşî ragihand.
Berdevkê Rêxistina DAIŞê da zanîn kesekî bi nasnavê Ebû Hesen El Haşimî El Qureyşî, weke xelîfeyê nû yê wê rêxistinê hatiye diyarkirin.
Serkirdeyê DAIŞê Ebû Îbrahîm El Haşimî El Qureyşî, li bajarokê Etma yê Idlibê, di sibeha roja Pêncşema 2yê Sibata 2022yan de, ji aliyên hêzên Amerîkayê ve li cihê xwe lê veşartibû hat dorpêçkirin û hêzên Amerîkî daxwaz jê kirin ku xwe radest bike, lê xelîfe ne şer kir û ne jî xwe radest kir û bi teqînekê xwe û endamên malbata xwe kuşt.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin