Parlamentoya Erebî êrîsên Îranê bi tundî sermezar kir

30 September 2022 13:02 0 dîtin
Parlamentoya Erebî êrîsên Îranê bi tundî sermezar kir

PeyamaKurd – Parlamentoya Erebî bi daxuyaniyekê êrîşên Îranê bi tundî şermezar kir.

Parlamentoya Erebî di daxuyaniya xwe de diyar kir: “Em wan êrîşan bi tundî şermezar dikin ku hinek navçeyên li Herêma Kurdistana Iraqê hatine kirin û bûne sedema şehîdbûn û birîndarbûna hejmarek welatiyan.”

Parlamentoya Erebî eşkere kir: “Em sersaxiyê li Iraqê dikin û hêviya başbûnê ji bo birîndaran dikin.”

Herwiha di beşeke din a daxuyaniyê de hat eşkerekirin: “Em bi temamî hevdeng in ligel Komara Iraqê ji bo pêkanîna asayîş û seqamgîrî û parastina serweriya axa wê û em hişyariyê didin li ser encamên wan êrîşên li dijî asayîşa herêmî û seqamgîriya navçeyê bi giştî.”

Hêjayî bibîrxistinê ye, Îranê roja 28ê Îlonê bi rêya moşek û dronan êrîşî baregehên partiyên Rojhilatê Kurdistanê li Zirgiwêz, Koye û Pirdê kir û li gorî amarên Wezareta Tendirustiyê ya Herêma Kurdistanê, di encama êrîşan de 13 kes şehîd bûn û nêzîkî 60 kesî jî birîndar bûn.