Komkara Erebî: Divê Xeze bibe besek ji dewleta Filîstînê
PeyamaKurd – Encamnameya Komkara Erebî ya Îslamî ku li Riyad a Erebistina Siûdî hate lidarxistin bidawî bû. Komkara Erebî, daxwaz kir beşdariya Îsraîlê ya li civînên Neteweyên Yekbûyî (NY) bê rawestandin û dewleta Filîstînê jî bê naskirin.
Wezîrê Karê Derve yê Siûdiyê Feysel Bin Ferhan di civînê de diyar kir ku divê hemû kelemên li pêşiya alîkariyên mirovî yê ji bo xelkên Xezayê werin rakirin û civîneke ji bo rawestandina şer bê sazkirin.
Mihemed Bin Selman: Pêwistî bi avakirina dewleteke Filistînî heye
Welîehdê Erebistana Sûdiyê Mihemed Bin Selman jî teqez kir ku ew li gel birayên xwe yê Filistînî û Lubnanî ne wiha got: ”Em hemû êrîşên ser Îranê û yên ku serweriya Lubnanê binpê dike napejirînin. Em operasyonên Îsraîlê li nava Lubnanê şermezar dikin.”
Selman destnîşan kir ku her tiştê Filistînê hazirin ku cihê xwe di nava NYê de bigire, lewma pêwîstî bi avakirina dewleta Filistînê heye.
Mehmûd Ebas: Em banga rawestandina şerê Îsraîlê li Xezayê dikin
Serokê Filistînê Mehmûd Ebas jî di civînê de,rawestandina şerê Îsraîlê yê li Xezayê kir û got, daxwaza Filistînê bi giştî di NY de erê bike û divê Xezayê di bin dewletê de were parasti
Di encamnameya Komkara Erebî de, ev daxwaz hatin kirin:
- Divê Îsraîl hemû êrîş û siyaseta xwe li herêmê biguherîne.
- Divê Îsraîlê beşdarî NY’ê nebe û di çalakiyên wê de beşdar nebe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin