Medya Erebî: Îran proseya perwerde û leskerkirina zarokan li Sûriyê didomîne
PeyamaKurd – Rojnameya Erebî Şerq El-Ewsetê di nûçeyeke xwe de eşkere dike ku Îranê di van demên dawî de, xebatên leşkerkirina zarokan li Sûriyê zêde kirine û wan bo leşkeriyê perwerde dike.
Li gorî nûçeyê, hatiye ragihandin ku Îran dest bi zêdekirina xebatên leşkerkirina zarokan bi navê "Berahîm El-Firat" û bi zimanê farisî wan li herêmên di bin deshilatiya xwe de perwerde dike.
Herwiha hatiye gotin ku Îran bi taybet li herêma Meyadînê ku weke paytexta Îranê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê naskirin proseya leşkerkirina zarokan berdewam dike.
Çalakvanên Meyadînê diyar kirine ku milîsên Îranê yên li rojhilatê Firatê navenda çandê ya Îranê bo dewreyên fêrkirina zimanê farisî bê pere ji zarokan re vedike û navê wê dewreyê jî Berahim El-Firat e.
Li gorî çavkaniyan beriya niha jî milîsên Îranê dewreyeke leşkerkirina zarokan vekiribûn ku ew jî di meha Îlonê ya sala 2020an de bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin