Polîsên Rejîma Îranê li Ciwanroyê xortekî kurd qetil kir

16 December 2024 13:29 0 dîtin
Polîsên Rejîma Îranê li Ciwanroyê xortekî kurd qetil kir

PeyamaKurd – Xortekî xelkê Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê, yê bi navê Sehîb Ehmedî li kolaneke Ciwanroyê bi guleya polîsên rejîma Îslamî ya Îranê hat qetilkirin. 3 gule berdanê.

Li gorî nûçeyeke ku gihaye Saziya Mafê Mirov a Hengawê, doh, saet 1:15ê yê sibê roja yekşemê (15.12.2024) xortê bi navê Sehîb Ehmedî (20) li taxa Babacaniyê ya Ciwanroyê bi destê polîsan ve bi 3 guleyan hatiye kuştin.

Hengaw dide zanîn ku polîsan bêyî tu sedem û hişyariyekê berê çekan daye Sehîb Ehmedî ku di nava otomobîla xwe de bû.

Li ser vê yekê şahidekî ji Hengawê re gotiye: “Yek ji polîsên bi paşnavê Şahwayîsî 3 gule li stûyê Sehîb Ehmedî da û ew kuştine.”

Hengaw bi bîr dixe ku Ehmedî ji Ciwanroya Rojhilatê Kurdistanê kûafor bû û jiyana xwe ji dest daye. Piştre cendekê wî rakirine nexweşxaneya Hezretî Resûl a li Ciwanroyê.