Sine | Rejîma Îranê xortekî Kurd bi dar ve kir
PeyamaKurd – Rejîma Îranê, xortê Kurd ê bi navê Neîm Ebdî yê ji bajarê Qurweyê yê bi ser Sineya Rojhilatê Kurdistanê ve, li girtîgeha navendî ya Qurweyê ve bi dar ve kir.
Saziya Mafê Mirov a Hengawê, duh ragihand ku rejêma Îranê, xortê Kurd ê bi navê Neîm Ebdî (22) ku ji bajarê Qurweyê yê bi ser Sineya Rojhilatê Kurdistanê ye, li girtîgeha navendî Qurweyê bi dar ve kiriye.
Li gorî gotina kesekî nêzî malbata Neîm Ebdî, ew berî 2 salan niha bi tohmeta “kuştina bi qest” hatibû zindanîkirin û piştre ji aliyê Dezgeha Dadweriyê ya rejîma Îranê ve mehkûmî cezayê hatibû bidarvekirinê kirin.
Hengaw tekez dike nûçeya bidarvekirina vî xortê Kurd, di medyaya rejîmê de cih negirtiye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin