Amadekariyên Îsraîlê ji bo tolhildana Îranê!

18 April 2024 09:48 0 dîtin
Amadekariyên Îsraîlê ji bo tolhildana Îranê!

PeyamaKurd – Serokê Îsraîlê Îshaq Herzog Wezîrê Derve yê Brîtanya David Cameron û Wezîra Derve ya Almanyayê Annalena Baerbock bi hev re pêşwazî kir. Di serdana xwe ya Îsraîlê de David Cameron diyar kir ku Îsraîl bi biryar e ku li dijî Îranê tolhildanê bike.

Di daxuyaniya ku ji teref buroya çapemeniye ya İsraile ve hat dayin de hat diyarkirin ku Herzog li Qudsa Rojava mazüvantiya Cameron û Baerbock kir. Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Herzog spasiya Cameron û Baerbockê kir ku Brîtanya û Almanya di dema êrîşên Îranê da li kêleka Îsraîlê bûn.

Eşkere ye ku Îsraîliyan biryara çalakiyê girtine.

Herzog got ku "Îsraîl bi biryar e ku gelê xwe biparêze" û serbestberdana girtiyên Îsraîlî yên di destê Hamasê de ne di nav xebatên wê de ye.

Cameron bi gotina “Eşkere ye ku Îsraîlê biryara çalakiyê daye” biryara bersivdayînê ya Îsraîlê da û diyar kir ku ew bi hêvî ne ku Îsraîl vê çalakiyê bi awayekî herî kêm zêde bike. Hevdem, welatên rojavayî li ser planên sepandina sizayên aborî yên nû li ser Îranê gotûbêj dikin bi hêviya sînordarkirina çarçoweya tolhildana Îsraîlê.