Pisporê enerjiyê yê Amerîkî: Herêma Kurdistanê cihê herî guncav e ji bo veberhênanan

02 March 2024 12:37 0 dîtin
 Pisporê enerjiyê yê Amerîkî: Herêma Kurdistanê cihê herî guncav e ji bo veberhênanan
PeyamaKurd – Pisporê enerjiyê Matthew Zeiss diyar kir ku li Herêma Kurdistanê derfetên veberhênanê hene û got, Kurdistan li gorî herêmên din ên Iraqê cihê herî guncaw ji bo veberhênanê ye.

Pisporê enerjiyê Matthew Zeiss, beşdarî bernameya Kurdistan24 Debate (Dibeytî) ya bi mazûvaniya Hakim Ferhad bû û Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê hat nirxandin.

Zeiss diyar kir ku li Herêma Kurdistanê bi taybetî di warê çandiniyê de gelek derfetên sermayerazandinê hene û got, "Li Herêma Kurdistanê gelek derfetên sermayerazandinê hene, bi taybetî di warê çandiniyê de. Derfetên ku hikûmetê dabîn kiriye, bala cîhanê kişandiye ser veberhênana li Herêma Kurdistanê. Herêma Kurdistanê bi pîşesazîkirina çandiniya xwe dikare bibe selika xwarinê ya Iraqê ev bi serê xwe serkeftineke gelek girîng e."

Matthew Zeiss di derbarê serdana şanda Hikûmeta Herêma Kurdistanê ya ji bo Amerîkayê de jî got, "Armanca şanda hikûmetê ya li Washingtonê ew e ku asayîşa Herêma Kurdistanê aram bike û zêdetir kompanyayên Amerîkî li Herêma Kurdistanê veberhênanan bikin."

Pisporê amerîkî bal kişand ser wê yekê ku Herêma Kurdistanê li gorî herêmên din ên Iraqê cihê herî guncav ji bo veberhênanan e, ji ber ku aboriya wê pirreng e û got, "Amerîka dikare di vegerandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de roleke girîng bilîze. Di demekê de ku Tirkiyê ragihandiye ku ew amade ye ji nû ve destpêkirina boriya petrolê ji Herêma Kurdistanê re were destpêkirin û ti pirsgirêk ji bo boriya petrolê nemaye, niha jî dora Bexdayê ye ku ji nû ve destpêkirina proseyê erê bike. Lê mixabin rewşa Bexdayê wiha ye: Hinek alî naxwazin hinartina petrolê berdewam be, lewra pêwîst e Amerîka fişarê li Bexdayê bike. Eger careke din hinartina petrolê ji Herêma Kurdistanê re neyê destpêkirin, wê bandorê li aramiya siyasî li Iraqê û bihayê bazara petrolê ya cîhanê bike."
Pisporê Amerîkî Zeiss amaje bi wê yekê jî kir ku hikûmeta Herêma Kurdistanê reformên aborî ji bo pirrengkirina aboriya xwe daye destpêkirin û got, “Herêma Kurdistanê hinardekirina nar û hingiv kir. Kurdistan berhemhênereke sereke ya çandiniyê ye û potansiyeleke baş heye ku bibe hinardekar, ne derhanîn.”

Serokê Odeya Bazirganî û Pîşesazî ya Hewlêrê Geylan Hacî Seîd derbarê veberhênanên li Herêma Kurdistanê de got, "Herêma Kurdistanê ku di warê veberhênanê de xwediyê erdnîgariyeke guncav e, bi aramiya xwe derdikeve pêş."
 
Hacî Seîd amaje bi girîngiya serdana Serokwezîr Mesrûr Barzanî ya Amerîkayê jî kir û got: "Ew serdaneke gelek girîng bû. Em çaverê dikin ku gelek sermayedarên Amerîkî serdana Herêma Kurdistanê bikin û di sektorên cuda de veberhênan bikin. Pêwîst e Amerîka piştevaniya xwe ji bo Herêma Kurdistanê îspat bike. Ji ber ku weke wî diyar kir, têkiliyên wan ên aborî yên xurt hene, bi taybetî jî bi hevkarên bazirganî re.”
Hacî Seîd amaje bi wê yekê jî kir ku yasayên sermayerazandinê li Kurdistanê veberhêneran teşwîq dike û got, Herêma Kurdistanê herî zêde derfet dide sermayedarên biyanî ku werin Herêma Kurdistanê, derfetên veberhênanê binirxînin û dest bi kar bikin.
Roja Pênşemê 29.02.2024 Odeya Bazirganî ya Amerîkayê pêşwaziya Serokwezîr Mesrûr Barzanî kir.

Di wê pêşwaziyê de ku gelek berpirs, kardêr, sermayedar û kesayetiyên Kurdên dîasporayê yên li Amerîkayê jî amade bûn, Serok Barzanî spasiya piştevanî û dostayetiya Amerîka û kompaniyên wê yên li ser veberhênanên li Herêma Kurdistanê kir.

Serokwezîr herwiha balkişand li ser karnameya çaksaziyê ya kabîneya neh a di warê pirrengiya aborî û avakirina jêrxaneke bihêz li Herêma Kurdistanê û daxwaz ji kompanî û sermayedarên Amerîkî kir ku serdana Herêma Kurdistanê bikin û derfetên veberhênanê di warên cuda de bibînin.