Seul: Herêma Kurdistanê dostê me yê herî rasteqîn e

13 September 2024 14:15 0 dîtin
Seul: Herêma Kurdistanê dostê me yê herî rasteqîn e

PeyamaKurd - Balyozê Koreya Başûr yê Iraqê Choi Sung-soo ragihand ku pêwendiyên welatê wî yên bi Herêma Kurdistanê re ewçend bi pêş ketine ku her dû alî bûne dostên hev ên herî rasteqîn.

Choi Sung-soo, li paytext Hewlêrê beşdarî merasîma 20emîn Salvegera Dostaniya Kurdistan û Koreya Başûr bû û di merasîmê de axaftinek kir.

Balyozê Koreya Başûr Sung-soo wiha got:

“Bingeha qewîn û wekheviya çand û dîroka me ya bi Herêma Kurdistanê re bûye sedem ku em xwe bi navê dostên herî rasteqîn bi nav bikin.”

"Hevkariya di navbera gel û hikûmetên me de gelekî zêde bûye"

Choi Sung-soo diyar kir ku Koreya Başûr ji 2004an vir ve, bi pêşxistin û damezrandina yekemîn tîma leşkerî ya Koreya Başûr “Olive” û vekirina ofîs û konsulxaneya KOICA ya li Hewlêrê, pabendbûna xwe ya temam a ji bo Herêma Kurdistanê nîşan daye.

Balyoz Choi Sung-soo axaftina xwe wiha domand:

"Hevkariya di navbera gel û hikûmetên me de gelekî zêde bûye. Hevkariya bazirganî veguheriye danûstendinên çandî ya di navbera gelên her du aliyan.Peywendiyên navbera Koreya Başûr û Herêma Kurdistanê bi rêzgirtina dualî û nêrîna hevbeş a siberojeke geş tê pênasekirin. Em ê xwe ji bo parvekirina zanîn û pisporiyê ya ji bo pêşxistina şiyanên gelê Herêma Kurdistanê terxan bikin."