Protesto û xwepêsandanên dijî rejîma Esed 4 roj in berdewam dikin

09 February 2022 16:02 0 dîtin
Protesto û xwepêsandanên dijî rejîma Esed 4 roj in berdewam dikin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku protesto û xwepêşandanên 3 roj berê li bajarê Siweyda yê jêr kontrola rejîma Esed dest pê kiribûn di roja 4emîn de jî berdewam dikin.

Çavdêriya Mafên Mirovan li Sûriyê (SOHR) ragihand ku xelkê gundê Micadel rêya diçe bajêr girtin û xelkê bajarokê Nemra jî hemû rê girtin û tenê rê dan ku xwendekar, mamoste û karkerên xizmetên awarte derbas bibin.

Herwiha SOHRê diyar kir ku doh bi şev jî sewqiyatên hikumeta Şamê gihîştine bajêr.

Hêjayî gotinê ye, 3 roj berê xelkê bajarê Siweydayê yê li başûrê Sûriyê li dijî biryarên rejîma Esed ku beşeke mezin a xelkê ji alîkariyê bê par hatine hiştin, xwepêşandan li dar xistibûn.

Di xwepêşandanên belav bûn de, banga hilweşandina rejîma Esed û bicihanîna biryara Neteweyên Yekbûyî ya 2254an hat kirin.