Li Hîlwan a ku namzedê DEM Partiyê bi ser ketibû hilbijartin hat betalkirin
PeyamaKurd - Hate ragihandin ku li ser îtiraza AK Partiyê bo 15 sindoqên hilbijartinê, li navçeya Curnê Reş (Hîlwan) a bajarê Riha yê Bakurê Kurdistanê, hilbijartin hatin betalkirin û wê dubare hilbijartin bê kirin. Hilbijêrên ku deng dane DEM Partiyê li ser biryara betalkirina hilbijartinê nerazîbûna xwe nîşan dan.
Desteya Bilind a Hilbijartinê ya Tirkiyeyê (YSK) biryar da ku li navçeya Curnê Reş a Rihayê ku namzedê DEM Partiyê di hilbijartinên şaredariyê de bi ser ketiblû, hilbijartin werin betalkirin û hilbijartina dubare jî wê 2yê Hezîranê bê kirin.
Di hilbijartina 31ê Adarê de li Curnê Reş namzedê Dem Partîyê Serhan Paydaş %33.20, namzedê Ak Partiyê Alî Bayik jî %30.72yê dengan wergirtibû.
Li ser îtîraza Ak Partiyê ya bo 15 sendoqan biryar hate dayîn ku hilbijartin were betalkirin û 2yê Hezîranê hilbijartina dubare bê kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin