Namzedên DEM Partiyê yên hilbijartinên saredariya Diyarbekirê diyar bûn

24 January 2024 01:02 0 dîtin
Namzedên DEM Partiyê yên hilbijartinên saredariya Diyarbekirê diyar bûn

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku encamên pêşhilbijartinên bernamzedên hilbijartina şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê li 17 navçeyan diyar bûne.

Li gorî encamên dawî di gera duyem a pêşhilbijartinan de, Dogan Hatûn wek hevserokê mêr ê hilbijartinên şaredariya bajarê mezin a Diyarbekirê hate hilbijartin û tê çaverêkirin bibe namzedê DEM Partiyê hilbijartinên 31ê Adarê.

Rojek berê jî Serra Bucak ji sedî 50+1ê dengên delegeyan wergirtibû û wek namzeda jin a hevseroka hilbijartinên şaredariya Diyarbekirê hatibû diyarkirin.