DEM Partiyê dîroka danasîna namzedên xwe yên saredariyan eskere kir
PeyamaKurd - Desteya Rêveberiya Navendî ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî), îro 26ê Çileyê bi mijara gotûbêjkirina diyarkirina namzedên şaredariyan û helwesta partiyê di hilbijartinên herêmî yên 31ê Adarê de, civiya.
Berdevka DEM Partîyê Ayşegul Dogan derbarê civîna Desteya Rêveberiya Navendî de, bi civîneke rojnamevanî agahî dan medyayê û eşkere kir, ew dê 29ê Çileyê danasîna namzedên xwe yên şaredariyan bi giştî li Diyarbekirê bikin.
Berdevka DEM Partiyê li ser pêşhilbijartinên bernamzedên hilbijartinên şaredariyan li bajarên Bakurê Kurdistanê got: "Pêvajo temam bû. Li bajarên Kurdan mînakeke ji demokrasiya rasterast pêk hat. Me ne tenê namzedên hevşaredariyên xwe hilbijart, di heman demê de endamên me yên meclîsa bajêr hatin erêkirin û biryar bi temamî ji qada xwecihî re hate hiştin. Em ê hurmetê nîşanî encama dengdanê bidin û van encaman qebûl bikin. Di heman demê de em ê îtirazan binirxînin û li cihê ku bêûsûlî bê tespîtkirin wê mekanîzmayên têkildarî mijarê binirxîne û înîsiyatîfê ji qada xwecihî re bihêle. Me berpirsyariya xwe bi cih anî.”
Herwiha Dogan, li ser helwesta DEM Partiyê ya bo bajarên wekî Stenbol, Îzmîr, Enqere û Dersîm û hejmarek din bajarên Tirkiyê jî diyar kir ku ew niha nîqaşên xwe li partiyê berdewam dikin.
Ayşegul Dogan eşkere kir, civîna danasînê wê di 29ê Çileyê de li Diyarbekirê pêk were û ew dê namzedên xwe yên li herêmên wan ên hilbijartinê hatine diyarkirin bidin nasandin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin