Tirkiye | Partiyên besdarî hilbijartinên saredariyan dibin eskere bûn

02 January 2019 18:38 0 dîtin
Tirkiye | Partiyên besdarî hilbijartinên saredariyan dibin eskere bûn

PeyamaKurd - Desteya Bilind a Hilbijartinên Tirkiyê (YSK) partiyên siyasî yên ku beşdarî hilbijartinên herêmî yên 31ê Adara 2019an dibin, ragihand.

Li gor daxuyaniya YSKê mafê 13 partiyan heye beşdarî hilbijartinên herêmî bibin.

Partiyên beşdariya hilbijartinên herêmî dikin; Partiya Dad û Geşepêdanê (AK Parti), Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Partiya Komariya Gel (CHP), Partiya Doza Azad (Hur Parti), BBP, Demokrat Parti, DSP, İYİ Parti, MHP, Saadet Partisi, Partiya Kominista Tirkiyê, Partiya Vatan

Hêjayî gotinê ye, partiyên Kurdistanî yên wekî; Partiya Demokrata Kurdistanê-Tirkiye, Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK), Partiya Sosyalîsta Kurdistanê (PSK), Partiya Maf û Azadiyan (HAKPAR) û çend partiyên din mafên wan ê fermî beşdarî hilbijartinên Tirkiyê bibin tune ye.

Di hilbijartinên herêmî de, tê çaverêkirin ku PAK û PSK namzedên xwe yên serbixwe ji bo şaredariyên hin bajarên Bakurê Kurdistanê derxin.