Serok Barzanî bi parlamentarên Partiya Karkerên Norwêcê re civiya

23 September 2024 18:10 0 dîtin
Serok Barzanî bi parlamentarên Partiya Karkerên Norwêcê re civiya

 PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 23ê Îlonê pêşwazîşa şandeke Parlamentoya Norwêcê ya endamên Partiya Karkerên Norwêcê Asmund Okrust û Manny Husênî pêk dihat kir.

Şanda Parlamentoya Norwêcê armanca serdana xwe ya Herêma Kurdistanê anî ziman û behsa rola welatê xwe di şerê dijî terorîstên DAIŞê de û herwiha karûbarên paqijkirina mînan li navçeyên Kurdistanê û alîkariya rêxistinên sivîl ên Herêma Kurdistanê kir.

Şanda mêvan tekezî li ser dostanî û pêwendiyên di navbera gelê Norwêcê û gelê Kurdistanê de kir û ragihand, welatê wan piştevaniya aramiya Herêma Kurdistanê dike.

Serok Barzanî spasiya gel û Hikûmeta Norwêcê kir ku di şerê dijî terorîstan de hevkarî û alîkariyên xwe pêşkêşî hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê kirine û rola girîng ya Hikûmeta Norwêcê di piştevaniya aliyên pêwendîdar yên Herêma Kurdistanê ji bo pûçkirina mînan li Kurdistanê bilind nirxand.

Rewşa siyasî ya Iraq û navçeyê, pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqa Federal de û hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê yên 20ê Cotmeê, mijarên din ên hevdîtinê bûn.