Neteweyên Yekbûyî, êrîsên li dijî Herêma Kurdistanê sermezar kir

14 November 2022 15:30 0 dîtin
Neteweyên Yekbûyî, êrîsên li dijî Herêma Kurdistanê sermezar kir

PeyamaKurd- Ji aliyê Nûnertiya Neteweyên Yekbûyî ya Iraqê (UNAMI) ve êrîşên Îranê yên li dijî Herêma Kurdistanê, hatin şermezarkirin. Bi rêya daxuyaniyê, êrîşên hatine kirin; wekî binpêkirina serweriya Iraqê hatin pênasekirin.

UNAMIyê, êrîşên hêzên Îranê yên îro li dijî Koye û gundê Zirgiwêzê hatibûn kirin, bi rêya daxuyaniyeke nivîskî şermezar kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku

“Em êrîşên ku bi moşek û dronan li dijî Herêma Kurdistanê hatine kirin, şermezar dikin û em van êrîşan wekî binpêkirina serweriya Iraqê dibînin. Divê Iraq ji bo yekalîkirina pirsgirêkan neyê bikaranîn û rêz li yekparçeyiya wê bê girtin.

Diyaloga di navbera Iraq û Îranê de li ser mijarên ewlehiyê yên dualî, rêya yekane ya pêşveçûnê ye.”

Vê sibehê, êrîş li dijî baregehên Partiya Demokrat a Kurdistana Îranê ya li Koye û baregehên Komeleya Zehmetkêşan a Kurdistana Îranê ya li gundê Zirgiwêz ê Silêmaniyê hatibûn kirin û di encamê de 2 kes şehîd bûbûn û 6 kes jî birîndar bûbûn.