Serok Barzanî, peyama sersaxiyê arasteyî Esîra Semer kir

11 November 2022 17:00 0 dîtin
Serok Barzanî, peyama sersaxiyê arasteyî Esîra Semer kir

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, ji ber koça dawî ya Serokê Eşîra Şemer Şêx Himêdî Deham El Cerba, peyameke sersaxiyê belav kir.

Serok Barzanî, bi rêya peyamê bal kişand ser xebatên  Şêx Himêdî Deham El Cerba û got,

“Bi navê Xwedayê mezin û dilovan. Bi baweriya qeza û qedera Xwedayê mezin, bi xemgîniyeke mezin, Şêxê Eşîra Şemer a li Sûriyeyê Şêx Himêdî Deham Hadî El Cerba koça dawî kir û bi xwestina Xwedayê mezin, li nav hezkirî û dostên xwe yên li Kurdistanê xatir ji me xwest.

Rehmetî dostekî dêrîn ê me û gelê me bû, bi dirêjahiya temenê xwe ji bo bihêzkirina pêwendiyên navbera Ereb û Kurdan li Sûriye û Iraqê xebitî. Bi vê boneya xemgîn, em sersaxiyê li xwe û malbata wî û Eşîra Şemer dikin.

Em ji Xwedayê mezin daxwaz dikin, rehmetî bi bihişta xwe ya berîn şad bike û sebir û aramiyê bide me û bide malbat û eşîra wî. Înna Lîllah We Înna Îleyhî Racîûn.”