Serokwezîr Barzanî, peyama sersaxiyê arasteyî Cemal Muritke kir

14 May 2023 18:00 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî, peyama sersaxiyê arasteyî Cemal Muritke kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, ji ber koça dawî ya babê wî; sersaxî li Cemal Muritke kir.

Serokwezîr Barzanî, ji ber koça dawî ya babê Cemal Muritke ku îro hat bihîstin, di ser hesabê xwe yê medyaya civakî re peyameke sersaxiyê araste kir û got,

“Birêz Mamoste Cemal Muritke. Ji ber koça dawî ya rehmetî Hecî Osman Muritkeyî yê ku babê cenabê we ye, sersaxiyê li we dikim û hevbeşê xema we me. Xwedayê mezin, ruhê wî bi bihuştê şad bike û sebir û aramiyê bide we û malbata cenabê we.”