Serokwezîr Mesrûr Barzanî peyama sersaxiyê bo Dr. Kazim Hebîb da
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema koça dawî ya nivîskarê Iraqî Dr. Kazim Hebîb ê 86 salî ku li Almanya wefat kir peyama taziyê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Min xebera nivîskar û rewşenbîrê naskirî Dr. Kazim Hebîb bi xemgînî bihîst.
Dr. Kazim Hebîb di parastina mafên mirovan û mafên rewa yên Kurd de kesayetiyekî girîng bû. Bi sedema wefata wî ji malbata wî re, mirov û dostên wî re sersaxiyê dixwazim û hevparê xema wan im. Xwedê wî bi bihişta xwe şad bike, bo malbatê, dost û mirovên wî ji Xwedê sebrê dixwazim.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin