Ji Serok Barzanî peyama sersala 2024an...
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, hatina sala nû ya 2024an bi peyamekê pîroz kir.
Serok Barzanî ragihand, “Peyama gelê Kurdistanê ji bo her aliyekî hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê.”
Serok Barzanî di peyama xwe de anî ziman: “Bi boneya hatina sersala nû, pîrozbahiyê li welatiyên hêja yên Kurdistanê, malbatên serbilind ên şehîdan û Pêşmergeyên qehreman dikim û hêviya serkeftinê ji hemû kesan re dixwazim.”
Serok Barzanî got: “Di demeke ku em ber bi destpêka sala nû diçin de, herêm bi giştî di bin gefa nearamî, krîz, şer û ajewa de ye. Pêwîst e her kes baş bizane ku mafê gelên herêmê ye ku di nav aramî û ewlehiyê de bijîn û herêma me êdî tehemûlê pirsgirêk, tundî, teror û bêaramiyê nake.”
Di dewamê de Serok Barzanî bal kişand ser ku ji bo parastina aştî, ewlehî û rêgirtina li belavbûna qeyran û metirsiyan li herêma me, erkê civaka navdewletî ye ku rola xwe bilîze û erkên xwe pêk bîne.
Serok Barzanî diyar kir: “Di sala nû de, ji Hikûmeta Federal a Iraqê çaverê dikin ku bi di çarçovela çareserkirina pirsgirêkên Herêma Kurdistanê û pabendbûna bi prensîpên destûrî û berjewendiyên gelê Iraqê de, gavan bavêje.”
Serok Barzanî destnîşan kir: “Peyama gelê Kurdistanê ji bo her aliyekî hertim peyama diyalog, têgihiştin û çareseriyê bûye û ev jî baştirîn rê ye ji bo bidestxistina aramî, aştî û pêşketinê” û wiha dawî li peyama xwe anî: “Hêvîdar im sala 2024an, bibe sala bidawîhatina kêşeyên li Iraq û herêma me û aştî û bextewarî bo hemû welatiyên Kurdistan, Iraq û hemû herêma pêk bê.”
Serok Barzanî li ser medya civakî jî peyamek belav kir û tê de got, “Sala nû li Kurdistan, Iraq û gelên din ên cîhanê pîroz be. Ji Xweda niyaz dikim, di sala 2024an de ji bo hemû mirovahiyê zêdetir aramî, îstiqrar û hizûrê bi xwe re bîne.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin