Serokwezîr Barzanî 'Cejna Rojên Êzî' li Kurdên Êzidî pîroz kir
PeyamaKurd - Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî, bi sedema hatina cejna rojên Êzî, pîrozbahî li Kurdên Êzidî yên Kurdistanê kir û ragihand ku dê Herêma Kurdistanê di parastin û berevanîkirina mafên Êzidiyan de berdewam be.
Peyama Serokwezîr Mesrur Barzanî:
Cejna Rojîyên Êzî, li teva xûşk û birayên Êzdî pîroz dikim. Hêvîdarim ev cejn di seqayeke aram û pir şadî bi ser bibin.
Hikumeta Herêma Kurdistanê berdewam dibe li xizmetkirina xûşk û birayên me yên Êzdî û berevanîkirin ji mafên wan li jêr sayeya evê bi hev re jîyan a olî û neteweyî ya li Herêma Kurdistanê heye. Hemû hewlên xwe jî didin daku xûşk û birayên Êzdî yên aware bi serbilindî vegerin cihên xwe û xizmeteke zêdetir bo wan bê kirin.
Mesrûr Barzanî
Serokê hikumeta Herêma Kurdistanê
19/12/2019

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin