Serokwezîr Barzanî ji bo Kurdên diyasporayê Rêvebiriya Perwerdê ava dike
PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ferman da ku ji bo Kurdên diyasporayê Rêvebiriya Perwerdê bê avakirin.
Îro an ku di 4ê Adarê de di navbera wezareta perwerdê ya Herêma Kurdistanê û Federasyona Diyaspora ya Kurd de metna lihevkirinê hat îmzakirin. Wezîrê perwerdê Alan Heme Saîd di civîna çapemeniyê de weha got:
“Li ser fermana serokwezîr, bi zebta lihevkirinê ya hat îmzakirin, li diyasporayê de, em avakirina Rêvebiriya Perwerda Kurdî plan dikin. Wê ji dezgê temamê xwendevanên diyasporayê fêde bibinin.
Armanceka dinê ya perwerdê jî ew e ku yên destekê didin diyasporayê ya derveyê welat, her cûre destekê didin xebatan, bi taybetî di seha ziman de, dezga di seha ziman de, ya xizmetê dide çanda perwerdê tê avakirin.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin