Serokwezîr Barzanî Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

07 October 2021 01:35 0 dîtin
Serokwezîr Barzanî Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî pîroz kir

PeyamaKurd – Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî bi sedema hatina Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî peyama pîrozkirina cejnê belav kir. Barzanî di peyama xwe de weha got:

“Bi sedema hatina Cejna Cema ya Kurdên Êzîdî di serî de cejna Mîrê Êzîdxan, Baba Şêx û Meclisa Rûhanî, ez cejna temamê birayên xwe yên Êzîdî yên li Kurdistanê û dinyayê pîroz dikim. Hêvî dikim cejna wan bi xweşî û bi bereket derbas bibe.

Em weka hukumeta Herêma Kurdistanê her wext bi birayên Êzîdî re ne û heya hukumeta me hebe, weka her carê emê destekê bidin mafên wan yên rewa. Em ê derfetên xwe ji bo ji Êzîdiyan re baştir xizmetê bikin, rewşa Şengalê normal bikin û ji bo ji nûh de Şengelê ava bikin, xerc bikin.

Bi hevkariya hukumeta federal û civaka navdewletî, ji bo Şengaliyên ku ji ser şûn û warên xwe bûne, ji bo dagerin ser axa xwe, em sozê didin ku em ê temamê qeweta xwe serf bikin.

Ez cejna we pîroz dikim û di nav xêr û xweşiyê de bijîn.”