Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî kir

02 August 2021 18:39 0 dîtin
Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Çileya Havînê li Kurdên Êzidî kir

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî bi boneya cejna Çileya Havînê ya Kurdên Êzidî peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî civata rûhanî ya Êzidiyan û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê kir.

Peyama pîrozbahiyê ya Serok Barzanî wiha ye:

Bi navê Xwedayê mezin û dilovan

Bi helkefta cejna Çileya Havînê ya xûşk û birayên Êzidî pîrozbahiyeka germ li Encûmena Ruhanî û hemû Êzdiyên Kurdistan û cîhanê dikim.

Hêvîdar im ev cejn ji bo hemû Êzidiyan û bi taybet Êzdiyên Kurdistanê bibê destpêka xweşiyê û kevînbûna hemû birîn û êş û azarên destê terorê. Hêviya min ew e ku xûşk û birayên Êzidî jiyan û hemû cejn û helkeftên olî di aramî û tenahiyê de bi ser bibin.

Cejna we pîroz be û bimînin di xêr û xweşiyê de

Mesûd Barzanî

02.08.2021