Ji Serok Barzanî twîta pîrozbahiya Cejna Remezanê
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, hatina Cejna Remezanê li hemû misilmanên Kurdistan, Iraq û Cîhanê pîroz kir.
Serok Barzanî li ser hesabê xwe yê twitterê Cejna Remezanê li misilmanên Kurdistan, Iraq û cîhanê hemûyan pîroz kir û hêviya cejneke bi xweşî û şadî anî ziman.
Serok Barzanî herwiha hêvî xwest ku cejn bibe sedema aştî û aramiyê ji bo demên pêş li seranser dinyayê.
Wishing the Muslims of Kurdistan, Iraq and the rest of the world a happy and meaningful Eid. May the coming times bring more peace and prosperity to the entirety of the world.
— Masoud Barzani (@masoud_barzani) May 23, 2020
Serok Barzanî doh 23yê Gulanê peyameke pîrozbahiya Cejna Remezanê belav kiribû û tê de bal kişandibû ser yekrêziya nav mala Kurdî û gotibû, “Xelkê Kurdistanê li benda wê yekê ye ku hemû aliyên siyasî û her çi destkeft û serkeftina gelê Kurdistanê jî hebûye li sayeya yekrêzî û hest bi berpirsiyariya aliyan hatiye holê. Ji wê yekê jî piştrastim ku gelê Kurdistanê pişt bi xwedayê mezin bi serbilindiyê ve nexweşî û qeyranan derbas dike.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin