Ji Serok Barzanî pîrozbahiya Cejna Çileya Havînê ya Êzidiyan: Hêvîdarim hemû ês û azar…
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 2yê Tebaxê bi boneya Cejna Çileya Havînê ya ola Êzidiyan peyameke pîrozbahiyê pêşkeşî Kurdên Êzidî kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de got: “Hêvîdar im ev cejn ji bo hemî Êzidiyan û bi taybet Êzidiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeke nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.”
Peyama Serok Mesûd Barzanî:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta cejna Çileyê Havînê ya xûşk û birayên Êzidî pîrozbahiyeke germ li Encûmena Rûhanî û hemû Êzidiyên Kurdistan û cîhanê dikim.
Hêvîdar im ev cejn ji bo hemî Êzidiyan û bi taybet Êzidiyên Kurdistanê bibe dergehek ji bo destpêkeke nû û kevandina hemî birîn û êş û azarên destê terorê û xûşk û birayên Êzidî hemû cejn û helkeftên olî di aramiyê de bi ser bibin.
Cejna hewe pîroz be û bimînin bi xêr û xweşî
Mesûd Barzanî
02.08.2020

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin