Serok Barzanî peyameke pîrozbahiyê belav kir
PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî di çarçoveya 69emîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrat a Kurdistanê de peyameke pîrozbahiyê belav kir û da zanîn: “Her ji destpêka damezrandina wan ve heta niha di qonaxên xebata gelê me de cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û niştimanperwerî û hişyariya neteweyî bûne û di wê rêyê de qurbanî dane û kedeke wan a mezin heye.”
Serok Barzanî eşkere kiriye: “Di dema niha de jî pêwîst e qutabî û lawan ji berê zêdetir destketiyên biha yên bilind ên xebat û Kurdayetiyê bin û ji êrîş û gefan bêhêvî nebin.”
Peyama Serok Barzanî wiha ye:
Bi navê Xwedayê mezin û dilovan
Bi helkefta salvegera şêst û nehemîn salvegera damezrandina her du rêxistinên Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, pîrozbahiyên xwe pêşkêşî her du Sekreteriyeta Qutabiyan û Lawan û hemû qutabî û lawên xweşdiviyê Kurdistanê dikim û hêviya serkeftinê ji bo wan dixwazim.
Her du rêxistina Yekîtiya Qutabiyên Kurdistanê û Yekîtiya Lawên Demokrata Kurdistanê, her ji destpêka damezrandina wan ve heta niha di qonaxên xebata gelê me de cihê pêgihandin û perwerdeya Kurdayetî û niştimanperwerî û hişyariya neteweyî bûne û di wê rêyê de qurbanî dane û kedeke wan a mezin heye.
Di dema niha de jî pêwîst e qutabî û lawan ji berê zêdetir destketiyên biha yên bilind ên xebat û Kurdayetiyê bin û ji êrîş û gefan bêhêvî nebin. Kar ji bo pêşxistina çanda pêkvejiyan û firehiyê li Kurdistanê bikin. Heman demê de jî bi zanist û fêrbûn û çalakiyên medeniyane xwe pirçek bikin û bibin beşeke girîng ê karwana pêşketin û bihêztirbûna welatê me û wî dewlemendtir bikin.
Dubare ev helkeft li hemû lawan û qutabiyên ezîz pîroz be û hêviya serkeftin û berdewamiyê ji bo we dixwazim.
Mesûd Barzanî
18.02.2022

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin