Îran, bangî serkonsolosê Îsveçê kir
PeyamaKurd – Li ser tekrara êrîşa ser Quranê ya li Îsveçê, wezareta karên derve ya Îranê gazî serbalyozê Îsveçê yê Tehranê kir da here wezareta karên derve ya Îranê. Îran nerazîbûna xwe ya li dijî şewitandina Quranê ragihand û ji bûyeran hukumeta Îsveçê berpirs girt.
Li gor ragihandina nivîskî ya wezareta karên derve ya Îranê, berdevkê wezaretê Nasir Kenanî bangê balyozê Îsveçê bangî Mattias Lentz kiriye û nerazîbûna Îranê li hemberê bûyerê ragihandiye.
Kenanî gotiye ku ti têkiliya bûyerê bi azadiya fikrê re tine û mijarê şermezar kiriye. Balyoz Lentz jî gotiye ku wê mijarê yekser bigihîne Stockholmê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin