Çîn, serkonsulê Amerîkayê xwest wezareta karên derve

03 August 2022 01:40 0 dîtin
Çîn, serkonsulê Amerîkayê xwest wezareta karên derve

PeyamaKurd – Li ser seredana seroka Meclisa Nûneran ya Amerîkayê Nancy Pelosi ji bo Taywanê, wezareta karên derve ya Çînê, serkonsulê Amerîkayê yê li Çînê Nicholas Burns, xwest da here wezaretê.

Seredana Pelosi ya ji bo Taywanê di navbera Çînê û Amerîka de bû pirsgirêkekî mezin. Li ser mijarê ji bo bi Burns re biaxifin, cîgirê wezîrê karên derve yê Çînê Xie Feng hat wezîfedarkirin. Bende ne ku Çîn bi tundî Amerîkayê protesto bike. Xie, di ragihandina xwe de weha got:

“Pelosi tevliheviyê dike û bi agir dileyîze. Bi seredana xwe pê li qaîdeyên Çînê kiriye. Seredana Pelosi îşaretekî şaş daye Taywaniyên cudaxwaz. Encamên wê ciddî ne. Wê Çîn vala nesekine. Divê Amerîka bedela xetayên xwe bide. Wê Çîn tedbîrên xwe bigre. Herkesê ji bo sermaya siyasî bidest bixe û mijara Taywanê bikarbîne, wê bedelê bide. Divê Amerîka zûtir xetaya xwe rast bike û tedbîran bistîne.”