Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê: Em di hevkariya bi Pêsmerge re berdewam in
PeyamaKurd – Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê di derbarê êrîşa DAIŞê li ser hêza Pêşmerge û welatiyên gundên Mexmûrê de daxuyaniyek belav kir û diyar kir, ew di hevkariya bi Pêşmerge re berdewam dibe.
Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê bi daxuyaniyekê da zanîn, Amerîka ji berdewamiya êrîşên DAIŞê yên li seranserî Iraqê û bi taybet êrîşa li Mexmûrê ya tê de 10 Pêşmerge û 3 welatî şehîd bûne dilgiran e.
Wezareta Karên Derve ya Amerîka, sersaxî li malbatên şehîdan kir û pabendbûna Amerîka ji bo piştevanîkirina li hêzên ewlehiyê yên Iraqê û Pêşmerge dubare kir.
Şeva 2ê Berfanbarê çekdarên DAIŞê êrîşî çend gundên Mexmûrê yên li ser binarê çiyayê Qereçoxê kirin û di encamê de li gundê Xidircîce 3 welatî û 10 Pêşmerge şehîd bûn û 5 welatî jî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin