Putin li ser Patriotan bertekê nîsanî Amerîkayê da

24 December 2022 21:09 0 dîtin
Putin li ser Patriotan bertekê nîsanî Amerîkayê da

PeyamaKurd – Piştî Amerîkayê ragihand ku wê sîstema parastina hewayî ya Patrioyê bide Ûkraynayê, serokê dewleta Rûsyayê Vladimir Putin axifî û got:

“Wê ev bike ku şer dirêj bike. Rûsya dixwaze şerê li Ûkraynayê biqede. Armanca me ne ew e ku em çerxa şer bigerînin, bi eksa wê em dixwazin şer biqedînin. Em ji bo vêya hewl didin û em ê hewla xwe dewam bikin. Sîstema Patriotan gelek kevne. Patrotên ku Amerîka dide Ûkraynayê sîstema wan kevne û nikare ber li êrîşên Rûsyayê bigre. Weka sîstema S-300 jî naxebite. Em ê mijarê bixin bala xwe û weka her carê em ê jê re panzehîrekî bibînin.”