Erdogan bertekê nîsanî 9 baregehên Amerîkayê yên li Yûnanistanê da
PeyamaKurd – Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayip Erdoğan û serokê Venezuellayê Maduro bi hevre civîna çapemeniyê lidarxistin. Serokê Venezuellayê Maduro ji bo seredanekî fermî niha li Ankara ye û mêvanê Erdoğan e. Di civîna çapemeniyê de, Erdoğan bertekê nîşanî avakirina 9 baregehên Amerîkayê yên li Yûnanistanê da û hem li hemberê endambûna welatên Îsweç û Fînlandiyayê ya ji bo NATO yê nerazîbûna xwe diyar kir û weha got:
“Yûnanistan careka dinê bû endamê NATO yê û 9 baregehên Amerîkayê li Yûnanistanê hatin avakirin. Dibêjin ku li hemberê Rûsyayê avakirine. Em van tiştan danaqurtînin. 400 mîlyar awro deynê Yûnanistanê ji Awrûpa re heye. Tevî wan deynan jî Awrûpa desteka çek û balafiran dide Yûnanistanê. Amerîka jî destekê dide.
Li hemberê kî vê alîkariyê didin? Serokwezîrê Yûnanistanê ji min re got ku ku bila kes nekeve navbera me. Lê piştî 2 hefteyan çû senatoya Amerîkayê û li hemberê me axifî. Li Davosê jî tiştên weka van kir.”
Erdoğan li ser seredana Maduro û li ser tewrên Maduro di hinek mijaran de weha got:
“Di mijara Fîlîstînê de tewrê birêz Maduro teqdîr dikim. Seredana Maduro girîngiyê da hevkariya me. Me biryarê da ku em hevkariyê bipêş bixin. Di sehayên weka tenduristiyê, çandinî, tûrîzm û gelek sehayên din de potansiyela kar heye. Hedefa me em îsal miqdarê bazirganiyê derxin 3 mîlyar dolarî.”
Erdoğan wê di meha temmûzê de here seredana Venezuellayê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin