Îran û Rûsya bertekê nîsanî tetbîqata Ermenistan û Amerîkyê da

12 September 2023 00:01 0 dîtin
Îran û Rûsya bertekê nîsanî tetbîqata Ermenistan û Amerîkyê da

PeyamaKurd – Berdevkê wezareta karên derve yê Îranê Nasir Kenanî û wezîrê karên derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser tetbîqata hevpar ya navbera Amerîka û Ermenistanê daxuyanî dan. Kenanî got:

“Hêzên Amerîkayê ti  carê neketine xebata temîna ewlehiyê. Her ciyê ku Amerîka çûyê, bûye sedema bê îstîqrarê û pirsgirêkên ewlehiyê. Divê pirsgirêkên ewlehiyê ji terefê dewletên herêmê de bên çareserkirin”

Sergey Lavrov jî got ku ew ji tevgerên Ermenistanê xemgînin. Lavrov axaftina xwe weha dewam kir:

“Helbet em çûna welatekî NATOyê ku bikeve nav Kafkasya Başûr, tişteka baş nîne. Ez bawerim ne ji bo ti kesî û ne ji bo Eremenistanê jî baş nîne. Amerîka here ku derê ku li her derê dinyayê bi sedan baregehên wan hene, li ti derî tiştekî baş nake.”

Tetbîqata navbera Ermensiatnê û Amerîkayê di 11-20ê Êlûnê de bi navê 'Eagle Partner 2023' dê li Ermenistanê bi tevlîbûna gelek mîsyoneran dibe.