Ji Çîn, Rûsya û Îranê tetbîqata hêzên deryayî
PeyamaKurd – Hate ragihandin ku wê hêzên deryayî yên Çîn, Rûsya û Îranê vê hefteyê li Kendava Umanê tetbîqateke leşkerî ya hevpar li dar bixin.
Wezareta Berevaniya Çînê ragihand, armanca vê tetbîqatê ew e "Parastina bi hevparî ya ewlehiya deryayê ya herêmî" ye.
Hate ragihandin ku wê tetbîqat roja înê bi dawî bibe ku Çîn destroyera moşekî ya Ûrûmqî, firkateyna moşekî ya Lînyî û keştiya veguhestinê ya Dongpînghûyê dişîne tetbîqatê.
Li aliyê din Rûsya jî ji fîloya Pasîfîk a Rûs a bi serkêşiya krûvazora Varyagê keştiyek şandiye bendergeha Çabahar a Îranê.
Ev tetbîqata hersê welatan di demeke ku şerê li Xezeyê dewam dike, êrîşên Hûsiyên Yemenê yi Derya Sor didomin û herwiha hêzên deryayî yên koalîsyona Amerîka û Brîtanyayê li Derya Sor bicih bûne tê kirin. Her sê welat li dijî hegemonya Amerîkayê xwedî daxwazeke hevpar in ku meha Adarê sala borî jî li herêmê tetbîqatên hevpar kiribûn.
Wezareta Berevaniyê ya Rûsyayê daye xuyakirin, "Armanca bingehîn a tetbîqatê misogerkirina ewlehiya karên aborî yên deryayî ye."

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin