Rûsyayê ji bo operasyona Idlibê hêzên deryayî rêkirin!
PeyamaKurd- Artêşa Sûriyê ji bo ku Idlibê ji çekdarên cîhadîst bistîne, amadekariyên operasyonê didomîne. Li ser vê yekê, Artêşa Rûsyayê jî hêzeke deryayî ya giran rêkire herêmê.
Çapemeniya Rûsyayê ragihand ku Rûsyayê ji bo alîkariya Sûriyê, ji sala 2015an heta niha hêza herî mezin rêkire herêmê.
Wezareta Parastinê ya Rûsyayê hefteya bûrî îdda kiribû ku ji bo ku Amerîka êrîşî Rejîma Esed bike, planeke çekên kîmyewî girê dide.
Ji ber ku Rûsya digot Amerîka wê êrîşî Rejîma Şamê bike, Rûsyayê jî hêza xwe ya deryayî rêkire Behra Spî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin